ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

"Eger em ji mirovan û gelan bihatina dîtin, eger wekheviya hiqûqî ya ji bo her kesî derbas dibe ji bo min û gelê min jî bihate pêkanîn, teqez wê şanoya trajîkomîk a hiqûqê ya li Îmraliyê pêk nehatibûya."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ji bo çalakiyên "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" banga tevlîbûnê kir û got, "Em yekîtî û têkoşîna azadiyê ya jinan bi hev re pêk bînin."

Gerîla Mazlûm Dogan diyar kir ku ew di nava şert û mercên giran de li dijî dijminê xwedî teknîka mezin şer dikin û got, li Heftanînê wê berxwedan dewam bike.

Li cîhanê ji ber şewbê krîza aboriyê dewam dike. Di rewşeke wiha de çend hezar milyarderan sermayeya xwe gelekî zêde kirin.

Endamên DÎK'ê Mele Emîn Kiliç û Hecî Qedeh anîn ziman ku divê ti misilmanên rast û oldar cihê xwe li gel desthilatdariyê negrin.