ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Adara 2018'an.

- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.

- Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê bên şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik û Jînda Ronahî gotin, berxwedana li Efrînê encama paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

- NATO di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de Efrîn jî di nav de tevahiya qada hewayî ya Sûriyeyê bi berfirehî dişopîne. Eşkere bû ku artêşa Tirk hê jî bi hêsanî digihêje agahiyên bi balafirên AWACS ên NATO'yê tên komkirin.

- Yek ji lîderên dîrokî yên Îrlandayê Gerry Adams diyar kir ku ew destekê dide "Tribunal a Navneteweyî" ya li Parîsê ku sûcên dewleta Tirk wê lê bên darizandin.

- Gerîlayên YJA Starê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û 8'ê Adarê nirxandin û destnîşan kirin ku wê bi berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pêşwazî bikin.