ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Êrîşa duh êvarê ya li dijî Kampa Mexmûrê hate kirin wê bê şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû: Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo rojeva me ya bingehîn e. Tenduristî û ewlekariya Rêbertî ji bo me her tim mijareke têkoşînê ye.

- Elmanya ku lêpirsînên li ser ajanên MÎT'ê yek bi yek digire, niha jî xwedî li Mûstafa Karataş derket ku di qeyda deng de li xwe mikur hatibû ku bi MÎT'ê re dixebite.

- HDK-Ewropayê bang kir ku ji 10'ê Kanûnê û pê ve bi dirûşma "NA ji dizî û talanê re" dakevin qadan.

- Biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku Qûds bi rengekî fermî weke paytexta Îsraîlê nas kir, di serî de li DYA li tevahiya cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekir.

- Endama Platforma Hiqûqnasên Azad parêzer Sevda Aydin diyar kir ku di nava Rewşa Awarte de rêjeya şîdeta li jinê gelekî zêde bûye.