ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Di 17’ê Sibata 1999’an de Girava Îmraliyê bû herêma leşkerî ya qedexe. Li giravê di statuya ‘Girtîgeha Yekkesî’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd a ku wî jê re digot ‘Tabût’ rejîmek hate avakirin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Em bang li gel û dostên xwe dikin ku hîn bi xurtî tevlî pêngava me ya 'Dema azadiyê ye' bibin, komploya 9'ê Cotmehê bi hêz şermezar bikin û hîn bi xurtî tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' bibin.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê li ser şerê li Qerebaxê daxuyanî da û diyar kir, "Berjewendiya gelên me yên Ermen, Azerî di vî şerî de nîne. Divê li wesayitên şer ên dewletên xwe yên paşverû siwar nebin."

TJK-E'yê di salvegera 22'an de komploya navneteweyî şermezar kir û bang li jinan û gelê Kurd kir ku bi şiyara 'Dema dema azadiya Ocalan e' bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Gerîlayê HPG'ê Simko Serhildan diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk wê gerîla Kurdistanê her tim biparêze û got, "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û rêbertî azad bibe em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin."

Şêniyên Mexmûrê ragihandin ku komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û destnîşan kirin ku tevî vê yekê jî dijminên Kurdan wê bi ser nekevin.

Rêveberiya Tabûra Ermen a Şehîd Nûbar Ozanyan diyar kir ku wan ti hêz neşandine Ermenistanê û ragihand ku dewleta Tirk li dijî Kurdan û Ermenan konsepta tunekirinê dimeşîne û destnîşan kir, ku "Çarenûsa Kurd û Ermenan yek e."

Kansera pêsîrê ya li jinan der dibe, yek ji pênc kanserên herî kujer e. Ji ber ku zû nayê tespîtkirin, gefeke mezin li jinên kêmî 40 salî jî dixwe.