ROJEVA 7'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Serdar Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê ye ku 76 roj in di grevê de ye. Bavê Şahîn Mehmet Emîn Şahîn got, "Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne."

- 8'ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya gerîlayên YJA Starê pêk hat.

- Şervanên QSD'ê doh 13 zarok li Baxozê rizgar kirin ku 9 jê Êzidiyên Şengalî û 4 jê Tirkmenên Şîa yên ji Telaferê ne.

- Mêrdînî dibêjin, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê di navbera gel û qeyûman de pêk were û diyar dikin, wê qeyûman ji holê rakin.

- Çarçela bi bilindahî û bedewiya xwe cihekî bi heybet e. Dema ku bi berfê jî xemilî, hingî dibe devereke bêhmpa ku mirov jê têr nabe.

- Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir, tifaqa partiyên Kurd a bi pêşengiya HDP'ê ji bo paşerojê girsendeke gelekî girîng e.

- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Asya Arslan got, ew ji bo jinên li bajarok bûye namzet.