ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Wekîlê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle, fikarên li ser tenduristiya Ocalan xist rojeva Konseya Federal a Swîsreyê. De la Reûssîlle xwest, rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî serdana Ocalan bike.
- Rawestgeha destpêkê ya 'Sefera Kurdistanê' ku meha Nîsanê dest pê kir, bajarên Serhedê bûn. Civînên destpêkê li Qers û Agiriyê hatibûn kirin. Piştre li Çewlik, Dep, Dersim, Xarpêt, Amed, Riha û Dîlokê civîn hatin kirin. Sefer pêk hatibû. Ev yek fetha îdeolojîk bû.
- Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan diyar kir ku desthilatdariya siyasî her ku tengav dibe operasyonê li HDP'ê dike û bi vî rengî hewl dide rojevê biguherîne. Paylan destnîşan kir ku ev hewldan nema bi ser dikeve.
- Fîlmçêkera Fîlmmor Melek Ozman destnîşan kir ku tevî zor û zehmetiyên Festîfala Fîlmên Jinan a 2018'an wê bi ser bixînin û got, "Bêguman wê dîsa bibe festîvaleke bedew."
- Rûniştina destpêkê ya doza Demîrtaş, piştî 399 rojan bi hinceta 'ewlekariyê' wê li girtîgeha Sîncanê were kirin. Eşkere bû ku dîsa bi hinceta 'ewlekariyê' wê Demîrtaş tevlî rûniştinê neyê kirin.
- Belgesela "Sûr: Ax û Welat" a ji aliyê Hîcran Urun û Zana Kîbar ve li ser 2 salên dorpêçkirina Sûrê hate amadekirin, wê Yekşema bihurî bihata nîşandan, lê belê polîsan bi darê zorê nehişt bê nîşandan.
- Qeyûmê AKP'ê yê li Wanê, ku li Kreşa Perperok a Şaredariya DBP'ê zimanê Kurdî qedexe kir, bi navê dersa 'nirxan' dest bi dayina dersa dînî kir.
- Çayxaneya Şeb. Yanî Çayxaneya Gel. Ev çayxaneya li Silêmanî gelek wêjevan, hunermend û siyasetmedarên navdar dîtiye. Çayxaneya ku niha ji aliyê nifşê sêyemîn ve tê xebitandin, mîna eynika dîrokê ye.