ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

Pîrozbahî û çalakiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê werin şopandin.

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li hemberî leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li Zapê bênavber dewam dikin. PDK jî bênavber piştgiriyê dide artêşa Tirk a ku xitimî ye.

Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan got, "Hevalê Egîd bû ew kes ku li Kurdistanê tirs kuşt û wêrekî xist dilê her kesî."

Gerîla Roza Rênas weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng di nava şert û mercên giran de şer kir, wezîfeyên xwe bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî bi ruhê berxwedanê yê Amedê têkoşiya.

Têkildarî girtina Mûhammet Orhan ê 17 salî ku li Wanê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûm de hate binçavkirin hincetk nehate peydakirin. Ji ber vê jî delîlekî nû yê sûc bi navê "Şopandina bi çav a polîsan" peyda kirin.