ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Nîsana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Nîsana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê were şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê bên şopandin.
- Piştî artêşa Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, bi sed hezaran Efrîniyan koçî herêma Şehbayê kirin. Bi germbûna dinyayê re li herêma Şehbayê pirsgirêka avê rû da.
- Gelên Efrînê û Şehbayê bi gotina "Eşqa me ya şoreşê wê heta bi hetayê bidome" ya fermandarê efsanewî Şehîd Bakur li ber xwe didin.
- Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê "Mitteldeutsche Zeitung" helwesta rêveberiya Berlinê ya li pêşberî dagirkirina Efrînê bi tundî rexne kir. Bêdengiya hikumeta Merkel a li pêşberî desthilatdariya Erdogan weke "rewşeke rezîl a ku mirovan aciz dike" şîrove kir.