ROJEVA 5'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Mijdara 2018'an.

- Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir, gelek girtîgehên rejîma AKP'ê di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin û got, di bin navê ewlekariyê de li girtîgehan şîdet hatiye girankirin.

- Ji rayedarên Bakurê Sûriyeyê Jamîle Hamî, ji bo Efrîniyên li Şehbayê karibin bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku li qada navneteweyî bernameyeke ewlekariyê amade bikin.

- Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li Elmanyayê kongreya xwe pêk anî û ji kapîtalîzmê heta pirsgirêkên jinan û ekolojiyê gelek biryarên balkêş girt. CÎK'ê Îslamiyeta ku Siûdî, Îran, Tirkiye û DAÎŞ ferz dikin, red kir.

- Li Îranê ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di nava krîzê de ye, hêz û derfetên karkeran ên ji bo kirînê 80 ji sedî kêm bûye.

- Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ku li navçeya Soderhamn a Swêdê ava bûye, yek ji mînakên herî baş ên piştgiriya navneteweyî ye.

- Piştî ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel eşkere kir ku wê di kongreya CDU ya meha Kanûnê de ji bo serokatiya partiyê nebe namzet, hejmara mirovên ji bo namzetiyê serlêdan kirine bû 12 kes.