ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ve tê meşandin.

Dema qedexeya çalakiyan a li Wanê, ku beriya 2 hezar û 35 rojan ji aliyê walîtiyê ve hate ragihandin, careke din hate dirêjkirin. Ji ber qedexeyê, zêdeyî 4 sal in li bajêr çalakiyeke bi tenê ya hunerê jî nikare bê lidarxistin.

Bavê parêzer Aytaç Uncal ê di rojiya mirinê de ye Nîhat Unsal diyar kir ku kurê wî li nexweşxaneyê di nava şert û mercên ji girtîgehê girantir de tê hiştin û got, "Gotin êdî qediya ye. Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin."

Nûnerên rêxistinên girseyî yên li Swêdê, ji bo berdana Zeynep Celaliyan, Nasrîn Sotoûdeh û Zara Mihemed, bang li hikumeta Swêdê kirin ku bikeve nava hewldanan.

Pisporê xwezayê Jean-Pîerre-Martînot bal kişand ser helîna qeşa li çiyayên Alpê ya ji ber germahiya global û diyar kir ku di encama vê yekê de tenê li wîlayeteke Fransayê bi dehan gol ava bûne.

Pîskoposên pêşverû yên Dêra Katolîk li ber Serokê Dewleta Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro rabûn ê ku bi polîtîkayên xwe yên faşîst û înkarê tê naskirin.

Helbestvanê şoreşê, evîn û azadiyê Şêrko Bêkes beriya 7 salan koça dawî kir û bi berhem û navdariya xwe dijî. Şêrko Bêkes nêzî 30 dîwan û pirtûkên helbestan nivîsand, demekê pêşmergetî kir, bû penaber û li Başûr bû wezîrê rewşenbîriyê.