ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Efrînê wê werin şopandin.

- Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Amarayê bê pîrozkirin.

- Piştî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê, Kurdên Êzidî yên li Efrînê jî koçber bûn. Li 22 gundên Êzidiyan 25 hezar Êzidî diman. Piraniya Êzidiyên ji Efrînê koç kirin gotin, "Şengal anîn serê me". Zext li yên mayî tê kirin ku bi zorê bibin Misilman.

- Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist ku dagirkeriya DAÎŞ'ê ne xema dewleta Tirk bû û got, "Em weke mirovên Minbicê me bajarê xwe rizgar kirin, em li malên xwe vegeriyan û em ê parastina xwe bikin."