ROJEVA 4'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Mijdara 2018'an.

* Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal diyar kir, dewleta Tirk dixwaze Kurdan biqedîne û got, "Divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj û dijwar re amade bike. Heta ku Kurdistan hatibe dagirkirin, wê berxwedan jî bidome."

* Pêla duyemîn û dawî ya ambargoyên DYA'yê yên li ser Îranê êvara Yekşemê dikeve meriyetê. Kî bi Îranê re kar bike, dibe ku DYA ambargoyê deyne ser wan.

* Li Îranê ku krîza siyasî, aborî û civakî lê giran bûye, derfet û hêza kirînê ya karkeran bi rêjeya 80 ji sedî kêm bûye.

* Ambargoya DYA'yê ya li ser Venezûelayê giran dibe. Ji sala 2017'an û vir ve 550 hezar welatiyên Venezûealyê xwe li Perûyê girtin.

* Silav Newal ku bi bandora endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Nûman Amed tevlî nava refên gerîla bû û doktoriyê dike got, "Dema ku dibînin hevalên birîndar piştî tedawiyê rehet dibe, moralê jê digirim."

* Li gel peymana navbera rejîma Enqereyê û Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn, li gorî sala bihûrî 40 ji sedî zêde bû.