ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Girava Îmraliyê ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin, ji sala 1936'an ve weke girtîgehekê tê bikaranîn. Ji Naziyan sûd hatibû wergirtin û bi vî rengî kampa kar lê hatibû avakirin.
Arkadîevîç: Dewleta Tirk li dijî welatên cîran bi êrişkarî tevdigere û dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Ji ber vê yekê bi Yewnanistan û Qibrisê re di nava krîzê de ye. Li aliyê din jî Sûriye û Iraqê dagir dike.
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ti pêwendiya operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê bi hiqûqê re nîne û destnîşan kir ku li dijî neheqiyê divê her kes li cem HDP'ê bin.
Li Swîsreyê 67 hilbijartiyên ji 4 partiyên cuda daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, HDP'iyên ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatine destgîrkirin û girtin bên berdan.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar got, dewlet hewl dide bi rêya 'Lêpirsîna Kobanê' hevdîtin û nîqaşên di navbera salên 2009-2015'an de bi siyaseta Kurd re kir tune bihesibîne û aktorên siyasî yên wê wextê ceza bike.
Ji ber lehiya li herêma Alpes-Marîtîmes a Fransayê, xisar li gelek malan bû û herî kêm 8 kes winda bûn.
Rayedarên Misrî diyar kirin ku li goristana Saqqara ya li başûrê paytext Qahîreyê 60 lahît hatine derxistin. Rayedaran diyar kirin ku ev yek destpêkeke.