ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Cotmeha 2019'an.

Çalakiyan li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Çeteyê DAÎŞ'ê yê Hollandayî Yago Alexandre Rîedîjk di destê QSD'ê de ye. Rîedîjk got, "Min hîn jî fêhm nekiriye ku DAÎŞ'ê çima li dijî Kurdan şer kir, ti feydeya xwe nebû. Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî."

Devera ku febrîqeya nû ya Volkswagenê lê bê avakirin êdî diyar dibe. Di encama bazara ku bi desthilatdariya Erdogan re hate kirin, tê payin ku şîrketa Elman ji bo avakirina febrîqeyê Tirkiyeyê tercîh bike. Bûlgaristan ji ber vê yekê matmayî û nerazî ye.

Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer ku ji bo çareserkirina krîza penaberan bi heyeteke Yekîtiya Ewropayê çû Enqereyê, ji bo alîkariya madî ya bêhtir bidin rejîma Erdogan lampeya kesk vêxist.