ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Nûçeyên di nava 31'ê Tîrmeha 2019'an de rû bidin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû qala endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Huseyîn Mahîr kir ku di 1'ê Tebaxa 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Karasû got, "Tevger gelek tiştan deyndarê Huseyîn Mahîr e."

- Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş diyar kir ku tecrîd ji nû ve tê ferzkirin û hişyarî da ku ev yek wê kaos û tengezariyê biafirîne. Ozguneş destnîşan kir ku çareserî di nava projeyên Ocalan de ye.

- Reîsê Eşîra Herkî Cewher Mûhyedîn bal kişand ser zext û zilma li endamên wan tê kirin û got, "Em ê ji niha û pê ve bêdeng nemînin." Mûhyedîn PDK hişyar kir.

- Ciwanên Ereb, Kurd û Ermen ên li Girê Spî diyar kirin ku wan li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadekarî kirine û gotin, wê rê nedin dagirkeriyê.

- Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.

- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya ji bo azadiya Ocalan pêk tê, komek ji bajarê Hannoverê ye.

- TJK-F'yê bang li jinan kir, ku di salvegera pêncemîn a qirkirina Şengalê de dakevin qadan.