ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, ji aliyê komeke girseyî ya ji eyaletên rojhilat ên Elmanyayê ve dewr hate girtin.
- AKP ku kir nekir di hilbijartinan de li Wanê encameke bi dilê xwe bi dest nexist, niha jî dixwaze nexşeya Wanê biguherîne û bi vî rengî xwe ji hilbijartinên herêmî re amade bike.
- Endamê Encûmena Rêveberiya PJAK'ê Amed Şaho: Desthilata Komara Îslamî ya Îran ji bo domandina desthilata xwe xwe avêtiye bextê siyaseta darvekirin û girtinê. Ev siyaset alozî û krîzên heyî kûrtir dike. Pêwîste Îran li çareseriyê bigere.
- Kurdên Şebek li navenda mûsilê, gund, navçe û bajarokên wê dijîn ku weke Eyaleta Nînova ya Iraqê tê naskirin. Li gorî tespîtên dawî, nifûsa Şebekan ji 300 hezarî heta 750 hezarî ye. 85 gundên Şebekan hene.
- Hecî Mehmûd Narîn ku li Bexçeyên Hewselê yên Amedê fêkî û zebze diçîne, diyar kir ku zeviyên wan jî ji destê wan hatine girtin.