ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku hêza siyasî û civakî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de bi şênberî hate dîtin û got, "Lewma ya ku divê niha bê kirin ew e ku destûr bê dayin ji bo parêzer û malbat Birêz Ocalan bibînin."
- Serokê Rêxistina Stenbolê ya TOP'ê Nîlay Kûş bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Wê bibe asteke welê ku em ê faşîzmê rawestînin."
- AABK û FEDA'yê ragihandin ku di hilbijartinên parlamenteriyê de wê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û destnîşan kirin, daxwaza welatîbûna wekhev a Elewiyan ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve tê parastin.
- Malbata enternasyonalê Elman Konstantîn ê li Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Qada Şoreşa Rojava geriya û destnîşan kir ku wê têkoşîna kurê xwe dewam bike.
- Helbestvan Feqîr Ehmed li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya pişikê jiyana xwe ji dest da. Ehmed ê 81 salî sê hefte bû li Nexweşxaneya Holweîdeyê dihate dermankirin.
- Perwerdekara Kurdî Hamdiye Çîftçî Oksuz diyar kir ku karê destpêkê yê qeyûm girtina kreşên bi Kurdî bû û got, "Ev jî nîşan dide bê çiqasî ji ziman ditirsin."