ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.
- Heyva Sor a Kurdistanê ragihand, ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ve herî kêm 65 sivîl mirine û pêwîstiya sivîlan bi alîkariyeke cidî ya însanî û tibî heye.
- Li gelek bajarên Elmanya, Swîsre û Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
- Hîkmet Silêman Hemo 60 salî ye û ji destpêka şoreşê ve di nava refên YPG'ê de ye. Çar kurên wî jî şervanên YPG'ê ne. Hemo her wiha bavê şehîd e.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Serhat destnîşan kir ku divê Kurd hemû li dijî dewleta Tirk bikevin nava pozîsyona parastina çekdarî.