ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Çend nûçeyên di 30'ê Tîrmeha 2019'an de rû bidin.

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna xwe ya li Brukselê ya ji bo diyarkirina helwesta neteweyî ya li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kir. Pêkhateyên civînê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

- Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa ji hêzên navneteweyî xwest, ku li dijî gefên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û bes bazariyê li ser gelên herêmê bikin.

- Dagistan ku ji Kopê berê xwe da çiyayê Gabarê û tevlî nava refên gerîla bû, mîna navê xwe çiyayî bû. Ne tenê çiyayî bû, ew mîna çiyayekî bû; têgihiştî bû, serbilind û berxwedêr bû.

- Di komkujiya 33'ê Fîşekan de bavê Dayika Bedîle jiyana xwe ji dest da. Dewletê kurê wê jî bi îdîaya 'qaçaxçitiyê' qetil kir.

- Rêveberê Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî Achim Steiner bang kir, ku dawî li krîza herî giran a mirovahiyê ya li Yemenê bê anîn.

- Li gorî lêkolînekê Derya Spî derya herî gemarî ya li Ewropayê ye. Çopa ku li deryayê kom bû di nava sih salên dawî de bi sê qatî zêde bû.