ROJEVA 30'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Mijdara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Mijdara 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Hevberdevka KCD'ê Zelal Bîlgîn ku pêr hate berdan, diyar kir ku Leyla Guven bi dilsozî li ber xwe dide û bi biryar e, heta tecrîd biqede çalakiya xwe bidomîne.
- Gerîlayê HPG'ê Kawa Garzan: Ez li ber biryara Amerîkayê nakevim. Ji ber ku ev biryar nîşan dide ku rêveberiya me sedî sed li ser şopa Rêber Apo ye.
- Statîstîkên ji aliyê saziyên dewletê ve hatin weşandin eşkere dikin, li Fînlandiyayê ku yek ji welatên herî wekhev ên cîhanê ye, tundiya li jinê pirsgirêkeke girîng a civakî ye. Li gorî vê yekê, yek ji sê jinan mexdûrê tundiyê ne.
- Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê gotin, li gorî biryarên di kongreya 25'ê Mijdarê de wergirtin, wê di serdema nû de têkoşîna xwe xurt bikin.
- Qeyûmê rejîma AKP'ê yê dest daniye ser Şaredariya Erdîşê, piştî ku şaredarî xist bin deynan, niha jî dest bi xerakirina dikanên esnafan kir.