ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyana 30'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyana 30'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şopandin.
- Bûyer û operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakurê Sûriyeyê diqewimin wê bê şopandin.
- Bûyer û êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Efrînê bê şopandin.
- Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl got, "Naxwazin bi Tirkan re bibin dijmin, ji ber ku DAÎŞ bi perspektîfa Erdogan tevdigere. Xwedî têkiliyên mezin ên aborî-bazirganî ne. Hemû bi hev re endamê NATO'yê ne. Gefa penaberiyan li ser heye."
- Dogû û Altûn bang li gelê Kurd û nasnameyên cuda kirin ku di mijara karên MÎT û Erdogan de hê bêhtir hay ji xwe hebin.
- Berevajî daxuyaniyên hikumeta Elman a Federal ên li ser bikaranîna tankên "Leopard 2" ku li Efrînê tên bikaranîn, derket holê ku hefteya bihurî Enqereyê agahî daye Berlînê.
- Nerazîbûna Kurdan û dostên wan a li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê zêde dibe. Çalakiyên ku ev 10 roj in ji Japonyayê heta Awûstralyayê tên lidarxistin, wê 3'ê Sibatê li dehan bajaran bi meş û mîtîngan bidomin.
- Heyeta HDP'ê ku akademîsyen, hunermend, rojnamevan û parlamenter jî di nav de hene, wê îro tevahiya rojê li Meclîsa Elman a Federal hevdîtinan bike û balê bikişîne ser operasyona dagirkeriyê ya rejîma Erdogan.