ROJEVA 3'YÊ MIJDARÊ
3'yê Mijdarê, rojeva Navenda Nûçeyan
3'yê Mijdarê, rojeva Navenda Nûçeyan
*Ji bo ku zext û darizandinên li ser Kurdan bi dawî bibin piştî ku serlêdanên li Dadgeha Destûrê ya Federal a Elmanya ti encam bi xwe re neanîn, doz diçe DMME'yê. Parêzer Lukas Theune ji ANF'ê re axivî û got, ''Şerê di navbeyna dewleta Tirk û PKK'ê de ne bi 'yasayên terorê'' lê bi çarçoweya hiqûqa navnetewî divê were nirxandin''.
*Dewleta Tirk a dagirker 200 çeteyên ku ji Cerablûsê derxistin li ser sînorê Girê Spî yê Bakurê Sûriyê bi cih kir.
*Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê nirxand û got, ''Kobanê bajarekî jinê ye ku azadiyê dixwaze û ji bo nasnameya azad li dijî faşîzmê serê xwe netewandiye''.
*Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari got divê tecrîda sîstematîk a ku ev 19 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, demildest bi dawî bibe û got, ''Êdî tecrîda li nav tecrîdê li ser Ocalan heye''.
*Hecî gerîlayekî Ereb e. Piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê tevlî nav PKK'ê bûye. Hecî got, ''Li dijî yên ku ziyanê didin mirovahiyê min xwest ku şer bikim. Tekane rêya vê jî PKK ye''.
*Li gel vê ne xwarinekê didin wan, ne heqê rê û ne sîgortaya wan heye. Ji ber karê ku dikin fitqa stû û newqê bi wan re çêdibe.
*Li Avûstralyayê ajalên kedî gelek ziyanê ji ber ziwabûnê dibînin. Nexasim jî kanguru û koala ji ber ziwabûnê talokeyeke mezin li ser wan heye.