ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê wê bên şopandin.

- Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Bremen ê Elmanyayê ve tê girtin.

- Koordînasyona KJK'ê li ser 4'ê Nîsanê daxuyanî da û got, "4'ê Nîsanê rastiya çîna destpêkê ya mafên wê hatine binpêkirin guherandiye û vejîna rastiya jinê ye ku ji bo azadiyê berê xwe daye çiyê, şer kiriye û her ku şer kiriye bedew bûye."

- Zarokên li Heskîfê geriyan gotin, wê hesab ji kesên dixwazin dîrokê tine bikin bipirsin.

- Kiryarên rewşa awarte yên li Kurdistanê zêde dibin. Li Wanê, jendermeyan 30'ê Adarê bi 60 tîm û 485 personelan, li 9 hezar û 351 kesî û 5 hezar û 283 wesayitan pirsîn. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir.

- Xwediyên restoranteke li taxa Sollentuna ya Stockholmê ragihandin ku wê beşek ji hatineyên xwe yên duh ji bo piştgiriya gelê Efrînê bide Roja Sor ku saziya alîkariya însanî ye.

- Beşdarên kampa Derya Spî ya Jineolojiyê, ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê li navenda bajarê Bîlbaoyê çalakiyek kirin.