ROJEVA 3'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag got, eger pêwîstî pê hebe wê li ber goristanan nobedê bigirin.

Parêzerê Dûrzî yê ji Suveydeyê Adil El Hadî diyar kir ku Dûrzî Sûriyeyeke demokratîk û azad dixwazin û got, "Modela rêveberiya xweser a demokratîk modela herî guncav û hevgirtî ya çareseriya krîzên li Sûriyeyê ye."

Dûran Kalkan qala Hêlîn Mûrat kir ku di Nîsana 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Kalkan got, "Hevrê Hêlîn li ser xeta Mazlûm bû. Hevîrê hişmendî û ruhê tevgera me ya azadiyê bû."

Bi biharê re li çiyayên Kurdistanê gelek celebên pincaran şîn bû. Pincarên ku li çiyê tên hevdan, çavkaniyeke şêniyên herêmê ye.

Eşkere bû ku vîrûsa korona ya nû li pisîkan jî digere.

Li DYE'yê, Demokrat û Komargerên li Kongreyê piştî demeke dirêj yekemcar li dijî Trûmp bûn yek.

Li gorî lêkolînên zanistî yên dawî, Çola Sahra ew dever e ku heywanên herî hov ên li cîhanê lê bûn.