ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Karên hilbijartinê yên DEM Partiyê wê bêne şopandin.

- Şêniyên Wargeha Mexmûrê yên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, bal kişandin ser êşkenceya PDK'ê ya li wan hate kirin û gotin, "Êşkenceya ku dijmin nake, PDK li Kurdan dike."

- Velî Saçilik ku dema li Girtîgeha Bolûyê girtî bû di êrîşa komkujiyê de milê wî hate jêkirin, niha ji DEM Partiyê namzetê Hevşaredariya Bolûyê ye. Saçilik got, "Li dijî rantxuriya AKP'ê, li hemberî nijadperestiya CHP'ê em li vê derê ne."

- Endamên rêxistinên civakî ıyên sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser zemîna demokratîk bang kirin û diyar kirin ku muxatab Îmrali ye.

- Şehîd Havîn Gabar ku xwedî jiyaneke durust, wêrek û bi wate bû, ji bo hêjayî keda Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd be, bi daxwazî û biryardariyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.