ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên dawî yên têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê ya li Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Hewldana dorpêça li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Wezîfedarê Nexweşxaneya Mexmûrê Dr. Mihemed Unver anî ziman ku li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibbî heye û hişyarî da ku eger rewşeke awarte biqewime, ji ber ambargoyê ew ê nikaribin bersivê bidin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gel û jinên Kurd ku milîtan hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne, wê ti carî têk neçin.

- Di Mîhrîcana îsal de radestî Koma Şiyar a ji bajarê Salzgîtterê hate kirin ku govenda herêma Wêranşarê nîşan da. Mamosteyê govendê Welî Botî diyar kir ku ciwanên Kurd şahiyeke çandê pêk anîn, lewma jî serketiyê dilan e.