ROJEVA 29'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi dehan salan e difikre û lê hûr dibe, weke daneheviyeke siyasî ya gewre li ber me ye.
- Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê nirxand û got, pêngava Hecînê yek ji pêngavên herî giran e. Lîlwa Ebdulah destnîşan kir ku heta DAÎŞ biqede wê operasyona wan bê navber dewam bike.
- Çeteyên DAÎŞ'ê ji ber ku operasyonên QSD'ê li Dêra Zorê asê mane, bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî dibin ser şervanên QSD'ê. Eşkere bû ku ji bo çeteyên xwekuji ji êrîşa bombeyî venegerin, bi wesayitên bombebarkirî tên girêdan.
- Çiyayê Cûdî ku bîrdariya rûmetê ya Mezra Botan e, bû mijara gelek çîrokan. Mirovan berê li Çiyayê Cûdî li gihayê nemiriyê digeriyan, niha jî li azadiyê digerin.
- Herêma Dara ya Mêrdînê ku bermahiyên xwe yên dîrokî û çandî navdar e, bi zeytûnên xwe jî deng vedaye. Zeytûnên Dara bi payîzê re li bajarên Kurdistanê tên firotin.
- Fîlmê Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ku li ser têkoşîna jinên Kurd hatiye amadekirin, wê li 25. Festîvala Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan.