ROJEVA 29'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Adara 2020'an.

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden diyar kir, pêwîstiya kedkarên tenduristiyê bi amûrên parastinê hene û got, bi vê pandemiyê re polîtîkayên tenduristiyê têk çûne.

Li TEM a Rihayê êşkenceyeke giran li Îbrahîm Halîl Bozkûrt hate kirin ku ji aliyê derûnî ve nexweş e û tevî Alî Fîdansoy hate girtin.

Parlamenterê HDP'ê Farûk Gergerlîoglû xwest, 15 hezar kedkarên tenduristiyê yên bi biryarnameyê ji kar hatibûn derxistin ji nû ve tevlî kar bên kirin û got, ev yek mijareke ku mirovahiyê eleqedar dike.

Walîtiya Wanê ragihand ku hin gundên herêmê xistine 'karantînayê'. Lê belê eşkere bû ku wan gundan ti tevdîrên tenduristiyê nehatine girtin, gund ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û ketin û derketina wan hatiye qedexekirin.

Dr. Ebdulezîz Mîo ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê hin pêşniyar kir û got, li Rojava gelek tevdîr hatine girtin û divê her kes bi berpirsyarî rabe.