ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyana 29'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyana 29'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şopandin.
- Bûyer û operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakurê Sûriyeyê diqewimin wê bê şopandin.
- Bûyer û êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Efrînê bê şopandin.
- Ji bo "çareseriya" krîza Sûriyeyê bi dehan civînên Cenevre, Astana, Riyad, Qahîre û Soçî hatin lidarxistin. Lê belê ji ber ku projeyeke çareseriyê nehate destnîşankirin, van hevdîtinan li şûna çareseriyê, neçareserî girantir kirin. Ber bi Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê ve heman tengavî dewam dike.
- Tevna şîfa pîroz a femînîzmê ya civakîparêziya xwecihî ya ji Gûatemalayê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyanî da û got, "Bila dayika me ya pîroz Berta Caseres li çiyê, li kolanan, li her devera cîhanê ji bo hêza we zêdetir bike û daxawza edaletê bike, bi we re be."
- Rêvebera Nexweşxaneya Gel a Binarê Qendîlê Dr. Medya Avyan diyar kir ku gelê Kurdistanê û gelên cîhanê wê ji bo gelê Efrînê bêdeng nemînin.
- Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên li Arjantîn û Brezîlyayê destek dan banga lezgîn a ji bo Efrînê.
- Birîndarê Kobanê, ku malbata wî hemû di nava berxwedana Efrînê de cih digire û wî bi xwe jî xwe tevlî bibe, lê pêşniyara wî nehate qebûlkirin got, "Divê Kurdistanî seferber bibin. Efrîn wê ti carî têk neçe."