ROJEVA 28'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- "Nobeda Azadiyê" ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji paytexta Fransa Parîsê ve dewr hate girtin.
- Parlamentera Partiya Çep Jeannette Escannîlla ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand ku mohra parlamentê li ser e. Escanîlla got, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî wê têkoşîna xwe bidomînin.
- Zelal Ceger ku di kongreya 3. a doh de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê hate hilbijartin, rol û mîsyona TEV-DEM'ê ya heta niha û guhertina mîsyona wê ji ajansa me re nirxand.
- Dengbêj Evdilezîzê Koçer got, "Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi klamên xwe bikin belge." Û bang li civata dengbêjan kir ku reseniya berheman xera nekin.
- Em ji Silêmaniyeyê bi rê ketin û di ser Rojhilatê Kurdistanê re me berê xwe dan Tehranê. Çavdêriya ger û geşteke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.