ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2018'an.
- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopoandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.
- Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji 7 heta 70 salî berxwedana Efrîniyan li her enî, çeper, mal û gundî mezin dibe. Dayikên Efrînî yên xwarinê ji zarokên xwe yên li eniyê re çêdikin gotin, "Yên li eniyê ne, zarokên me ne. Em heta dawiyê li pişt wan in."
- Salih Muslim ku ji bo tevlî konferanseke girîng bibe li Pragê hate binçavkirin, eşkere bû; AKP'yiyekî ku yek ji beşdarên heman konferansê ye giliyê wî kiriye.
- Endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta Berxwedana Serdemê ya 40 roj in dewam dike silav kir û got, ala berxwedanê ya 8'ê Adarê ketiye jinên li Efrînê. Avesta got, "Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye."
- Jinên Kurd ên li Ewropayê wê ji 2'ê Adarê heta 8'ê Adarê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dakevin qadan. Bi taybetî Elmanya wê li her welatekî Ewropayê meş, mîtîng, panel û gelek çalakiyên din werin lidarxistin.
- Ji bo xwepêşandana girseyî ya roja Şemiyê ya li Efrînê ku ji bo Efrînê wê were lidarxistin, hunermend Esther Bejarano banga tevlîbûnê kir. Bejarano yek ji wan kesan e ku ji kampa komkirinê ya Aûschwîtzê bi saxî filitî ye.
- 30 saziyên jinan ên li Berlînê, 3'ê Adarê bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" dest bi çalakiyên 8'ê Adarê dike. Saziyan ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.