ROJEVA 28'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- PKK: Em 1'ê Gulanê bi pêngava berxwedanê 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' pêşwazî dikin. Em ruhê têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê yê 1'ê Gulanê û pêngava xwe ya berxwedanê ya li dijî tecrîdê dikin yek.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesayetiya nimûneyî ya PKK'ê weke 'kesayetiya Rêbertî' bi nav dike û dibêje, "Ji ber ku ev kesayetî di dîroka hezar salî de cara yekê ye ku xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye."
- Yek ji berxwedêrên Strasbourgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Ayvaz Ece ye. Ece qala bîranîneke bi bavê xwe re kir.
- Festîvala Çandê ya Hasan Kiziler îsal cara 12'an pêk tê. Ji bo festîvalê ku wê 18'ê Gulanê li bajarê Solothurn ê Swîsreyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
- Navenda Amedê, Bexçeyên Hewselê û derdora bajêr bi rengê biharê xemilîn.
- Gelê xwecihî yê Ekvatorê Waorani, ji ber ku cih û warê wan ji bo petrolê tên wêrankirin, li ber xwe didin. Têkoşîna demdirêj a hiqûqî ya gelê Waorani bi ser ket.