ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Kameraya mobesse ya ku artêşa Tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê bi cih kir, ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin. Gerîlayan dîmenê vê çalakiyê kişandin.

- Du gerîlayên ku bûne tirsa dilê artêşa dagirker. Yek jê BKC'van e, ya din jî sekvan e... Hevkarî û têkiliya xurt a hevrêtiya gerîla di kesayetiya van herdu gerîlayên li Şikefta Birîndara de tê dîtin.

- PDK'ê sala 1996’an di serî de pêşengê eşîra Sûrçiyan Husên Axayê Sûrçî dîsa kesê naskirî yê siyasî yê herêma Behdînan Sadiq Omer û welatparêzê Kurd Elî Şeban jî qetil kirin. Niha jî bi reng û rêbazên cuda şoreşger û welatparêzan bi destê MÎT’a Tirk qetil dike.