ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Gulana 2020'an.

Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Ferzad Can diyar kir, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên AKP'ê wê têkoşîna leşkerî bigihînin asteke bilindtir û got, "Ji bo têkbirina van êrişên faşîst, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye."

Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê ya di dema şewbê de û diyar kir, desthilatdarî li şûna ku pêşî li tundiyê bigire, êrişî jinan dike.

Eylem Oyûnlû tevî pitika xwe ya 10 mehî û zarokê xwe yê du salî girtî ye. Hevserê Oyûnlû Îsmaîl Oyûnlû diyar kir ku wan hîn nav li pitika xwe nekiribûn.

Yek ji Kurdên ku piştî kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hate destgîrkirin û demeke dirêj zext lê hate kirin, Halîs Îkîncîsoy bû. Îkîncîsoy got, divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze.