ROJEVA 28'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2020'an.
Ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî destnîşan kir ku di dîroka PKK’ê de xeta Mezlûm û Egîd derketiye pêş; Mezlûm Egîd rêxistin kir, Egîd jî xwedî li mîrasê Mezlûm derket.
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal got sûdewergirtina ji pakêta 3'yan a darazê ji ber ku wê ne girtiyên siyasî lê wê tacîzkar, tecawizkar û çete bin, ev ê ziyanê bide baweriya bi dadmendiyê.
Qeyûmê ku şaredariya Colemêrg a HDP’ê dagir kiriye, bi rojan av li ser welatiyan qûr kiriye, qeyûmê li Wanê jî gelşî kom nake.
Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanyayê li dijî şewba vîrûsa Koronayê ji bo piştevaniya civakî kete tevgerê, li gelek bajaran û li 6 herêmên Londonê maseyên krîzê ava kirin.
Qeyûmê rejîma AKP’ê danî ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê 250 karkerên ku berî niha ji kar derxistibû li ser qezençkirina dadgehê li bendêne ku vegerin ser karê xwe, ezmûnên wan neserketî nîşan da û vegera wan a ser kar red kir.