ROJEVA 28'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê were şopandin.
- Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bang li gel kir ku dengê xwe bide, xwedî li sindoqan derkeve û got, ew ê teqez bi ser bikevin.
- Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman diyar kirin, êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê li wan bê vekirin kirine û gotin: "Teqez em ê bi ser bikevin."
- Nasir Yagiz 128 roj in bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe.
- Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên.
- Parlamenterê TÎP'ê Erkan Baş bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, "Li pişt vê biryardarî û baweriya di hilbijartinê de derkete holê, tevkariyeke gelekî girîng a wê îradeya teslîmnebûnê heye."
- Geliyê Bekaa ku wextekê ji bo rêxistinên berxwedanê yên Fîlîstîn, Kurd û Tirkiyeyî re mîna biryargeheke şoreşgerî ya navneteweyî bû, niha li her devera wê xanî, kampên ji konan, bax û baxçe tên çêkirin.
- Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser zextên li girtiyan tên kirin û got, girtîgehan timî pêşengî ji şoreşan re kirine.
- Şaredariya navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanya Berlînê bi piraniya dengan biryar da ku ji bo bîranîna mirovên salên 1937-38'an li Dersimê hatin qetilkirin bîrdariyê çêbike.