ROJEVA 27'E MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Mijdara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- "Stranek e, helbestek e, romaneke bê dawî û bedew e..." PKK a ku Ocalan bi van gotinan wê pênase dike 40 sal li pey xwe hişt. Me perspektîfên Ocalan ên di salvegerên bihurî de danî ber PKK'ê berhev kir.

- Ji fermandarên HPG'ê Şiyar Adiyaman bal kişand ser desteka Gladîoya hêzên navneteweyî ya ji bo Tirkiyeyê û got, "Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixin. PKK a ku bi 6 kesan dest pê kir, eşkere ye ku têk naçe."

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî zext û zordariya AKP'ê ya li dijî partiya wan da û got, dem hatiye, tirsa têkçûnê ketiye dilê AKP'ê.

- Rojavayî qala dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina PKK'ê dikin. Rojavayî balê dikişînin ser gotina 'me bi derziyê bîr kola' ya Ocalan û dibêjin, 'Em hîn jî avê ji wê bîrê vedixwin'.

- Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" Eva Hûsson ku fîlmê wê li gelek welatên Ewropayê hate nîşandan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî û hêzê dide jinan. Hûsson her wiha diyar kir ku cîhana rojava xiyanet li Kurdan kiriye û ev yek 'cihê şermê' ye.

- Rûsya, Îran û Tirkiye wê 28-29'ê Mijdarê li ser mijara Sûriyeyê cara 11'an li Astanayê li hev rûnên. Tê payin ku Rûsya di vê hevdîtinê de meseleya Îdlibê deyne ber Tirkiyeyê. Heman rojê wê mûxalîfên Sûriyeyî jî li Eyn Îsayê li hev rûnên.

- Dozgeriya Berlînê tespît kir ku li Konsolosxaneya Elman a li bajarê Hewlêr ê li Başûrê Kurdistanê di berdêla pereyan de qaçaxçitiya mirovan hatiye kirin û der barê wezîfedarên konsolosxaneyê de lêpirsîn da destpêkirin.

- Serhildan Kamûran dema ku 16 salî bû nivîsek li ser Hakî Karer xwend û jiyana wî guherî. Piştî demekê tevlî nava refên gerîla bû.

- Parlementera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku DMME bi biryara xwe dereng maye û got, "Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan."

- Endama Koma Awazên Çiya Têkoşîn Cûdî ragihand, wan bi wesîleya salvegera 40'emîn a damezrandina PKK'ê bi navê '27'ê Mijdarê' sirûdeke nû çêkirine û ev berhem ji bo raya giştî îlan kir.