ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Masîde Ocak ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hate destgîrkirin, diyar kir ku ji ber êşkencay polîsan bedena dayika wê Emîne Ocak reş û şîn bûye.
- Dayika Hamdiye, beriya 24 salan cerdevaniya dewletê qebûl nekir û ji neçarî ji gund derket. Tevî dijberiya dewletê jî niha diçe gundê xwe û tê. Dayika Hamdiye dibêje, "Çawa ku ez bêriya vê derê dikim, mîna ku ev der jî bêriya min dike."
- Koma Zîlan a li Rojava tevlî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
- Nexweşê epîlepsiyê Osman Beytûr ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê belê dadgeheke payebilind ev ceza kêm dît û cezayê muebbetê lê birî.
- Fîkret Dogan yek ji du kesên dawî ye ku li Mêrdînê karê kurtankeriyê dike. Dogan dibêje, ev pîşeyê bi destan ê sedan salî li ber tinebûnê ye.