ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Namzetê YNK'ê yê Serokkomariyê Dr. Sabir Îsmaîl bal kişand ser krîza aborî, siyasî û leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew amade ye.

- Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e."

- Sekretera Giştî ya CDU Annegret Kramp-Karrenbauer, ji bo xurtkirina ahengiya penaberan a li nava civaka Elman, pêşniyar kir ku penaber salekê xizmetê li qadên cemaweriyê bikin.