ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Çend ji nûçeyên ku di nava rojê de biqewimin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Efrîn ji bo Kurdan meseleya rûmetê ye û got, "Efrîn wê bê azadkirin. Destberdana ji azadkirina Efrînê destberdana ji azadiya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy bal kişand ser krîza navbera Tirkiye û DYE'yê ya ji ber S-400'î û got, Tirkiyeyê rêgeh û berê xwe guhertiye, ev yek meseleyeke cidî ye.

- Ji hiqûqnasên Baroya Wanê Sevda Aydin diyar kir, kuştina jinan ku dema dawî zêde bûye polîtîk e û got, "Berpirsyarê kuştina jinan hikumeta AKP'ê ye."

- Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Komara Kongo ya Demokratîk di nava şeş mehan de derdora 700 kes bi rengekî komî û bêdaraz hatin kuştin.

- Tê gotin ku di navbera Lîbya û Îtalyayê de keştiyeke penaberan noqî binê avê bûye. Dibe ku bi sedan kes ji ber bûyerê miribin. Li gorî Rêxistina Doktorên Sînornenas di keştiyê de nêzî 400 koçber hebûn.

- Berhemên ku xwezayê di nava salekê de pêşkêş dikir, mirovahiyê di nava heft mehan de qedand.