ROJEVA 26'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç diyar kir, AKP hewl dide bi rêya tecrîdê û polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan li ser piyan bimîne û got, "Bi tecrîdkirina Ocalan re hem gelê Kurd hem jî hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin."
- Dr. Fahrettîn Gulşen bal kişand ser pirsgirêkên dil, gurçik û kezebê yên çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê û got, jiyana herî kêm 7 çalakgeran bi vê yekê re metirsîdar e.
- Ji bo işaret bi 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne were kirin, bi dirûşma "7 hezar li dijî tecrîdê" li gelek bajarên Elmanyayê afîş hatin daliqandin.
- 7. Festîvala Şano ya Amedê dest pê dike. Festîval wê bi şiyara 'Rastî rê li ber azadiyê vedike' di navbera 26'ê Nîsanê û 5'ê Gulanê de pêk were. Di festîvalê de wê 12 fîlm bên nîşandan.