ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2021’AN

Li Kurdistan û dinyayê nûçeyên derketine pêş.

-Êrişên artêşa Tirk û PDK’ê wê were şopandin.

-Di sala 1985’an de Gladioya NATO’yê kete tevgerê. Dewleta Elmanyayê di sala 1985’an de PKK ‘terorîst’ îlan kir. Gladiyoya NATO’yê dema hate avakirin Elmanya bû berpirsê beşa Ewropayê – Abdullah Ocalan

-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku desthilatariya AKP û MHP’ê nikare bidome û pirsgirêkên vê desthilatdariye zêde bûne.

-Li Elmanyayê ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê were rakirin a ku 28 sal in didome, Înîsiyatîfa Bila Qedexeya PKK’ê were rakirin wê roja Şemiyê li Berlînê çalakiyeke girseyî li dar bixin.

-Çîroka Apê Vahap ê ku bûye mexdûrê qedexeya 28 salan û piştre çawa bûye kedkarê têkoşînê.

-Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan salvegera avabûna PKK’ê pîroz kir û got “PKK bûye hêvdiya rizgariya gelê Kurd û veguheriye tevgereke gerdûnî.”

-Li odeya Apê Yûsûf ê ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbû alayeke mezin a PKK’ê hebû. Çîroka wê alayê çîroka hêvî, bawerî û têkoşînê bû.

-Gerîlayên YJA Starê salvegera 44’an PKK’ê pîroz kirin û diyar kirin ew ê bi ruhê 27’ê Mijdarê dijmin têk bibin.