ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Mijdara 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Mijdara 2017'an.
- Operasyona Bagera Cizîrê ya ji bo azadiya Dêra Zorê bi rê ve diçe, wê bê şopandin.
- Çalakiya rûniştinê ya ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan soz da ku wê teqez tola fermandarên YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û 11 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn hilînin.
- Li Fransayê, di encama dozên ku sala 2009'an hatin vekirin de ceza li siyasetmedarên Kurd hate birîn. Siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî ve dan û gotin, "Birîna cezayên li me, nîşan dide ku dadgeriya Fransayê ne serbixwe ye."
- Endamê Fermandariya HPG'ê ya Mexmûr-Kerkûkê Yaşar Hakkarî bang li hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê kir ku pirsgirêkên li gelemperiya Iraqê bi rengekî aştiyane û rêbaza demokratî çareser bikin.