ROJEVA 26'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Mijdara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dikin.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, 40 salên berxwedana PKK'ê nirxand û got, di demekê de ku hêvî nema bû PKK derket holê û mîna tovekî azadiyê li xaka Kurdistanê şîn bû.

- Rojavayiyan qala dema dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina PKK'ê kirin.

- Li dijî konseptên 'qedandinê' yên dewleta Elman ên li hemberê têkoşîna azadiyê ya Kurdan, gelê Kurd û dostên wan bi salan e têdikoşin. Li gorî hiqûqnasên Elman, qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî Elmanyayê nehatiye.

- Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir, di şexsê Ocalan de nasname û paşeroja gelên Tirkiyeyê tê tecrîdkirin, lewma ev yek ne tenê meseleya Leyla Guven e, ya her kesî ye.