ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Marco Sassolî anî ziman ku ji bo pêkanîna hiqûqa navneteweyî, dewlet alî digire û got: “Ji ber ku dewleta Kurdan tune ye, hiqûqa navneteweyî hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê weke dagirkerî nabîne.”
- Rojnameger-nivîskar Ender Îmrek diyar kir ku biryara Doza Qirkirinê ya Kobanê sînorên avabûnê careke din tîne bîra mirovan û ev yek weke îlankirina sedsala duyemîn a Komarê ya li dijî pirsgirêka Kurd divê were şîrovekirin.
- Parêzer Ramazan Demîr anî ziman ku dayîna rayeya ragihandina seferberiyê ji Serokkomar ê ku di heman demê de serokê partiyê ye bi pirsgirêk e.
- Berdevka Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad diyar kir ku armanca wan ji aboriya jinê ew e ku jinan ji sîstema ku li ser wan hatiye ferzkirin derbixin û got, “Jin bi fikir û kesayeta xwe wê azad bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe.”