ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê, yê Herêma Sêyan Ridvan Ozturk got partiya wan ciwan e û domand, ‘’Ji bo ku em bibin dengê ciwanan û daxwazên wan vebêjin, ji HDP’ê bûme namzet’’.
- Piştî lîsteyên namzetiyê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê hate eşkerekirin û şûn de, partiya HDP’ê ya ku bi 226 wekîlên jin li pêş e, li 19 bajaran namzetên jin di rêza yekem de ne.
- Berxwedana bê hempa ya gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî dewleta Tirk a dagirker ya li Herêma Bradostê bê navber dewam dike.
- Ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve zêdebûna dowîzê ya li bara lîreyê Tirk derbek li esnafên Amedê jî xist.