ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wê bê nşopandin.

- Serokê Giştî yê KKP'ê der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, Kurd divê li her çar parçeyan li dijî vê dagirkeriyê bibin yek.

- Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan diyar kir, desthilatdarî hewl dide bi polîtîkaya zext û zordariyê gel bitirsîne û got, "Ew jî zanin ku bi polîtîkaya zext û zordariyê nikarin encamê werbigirin. Têkoşîna me wê heta wergirtina şaredariyan bidome."

- Gabriel diyar kir, têkoşîna heyî ya li dijî DAÎŞ'ê ji şerê li eniyê girantir e û got, "Ji bo ewlekirina sînorên xwe û rawestandina gefên Tirkiyeyê, xurtkirina têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê girîng e."

- Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Gokhan Bûlût (Hamza Tolhildan), Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û Atakan Mahîr li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

- Endama Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Têkoşîn Cûdî di salvegera 12'an a şehadeta wê de hunermend Delîla bi bîr anî û got, "Delîla dengê azadiyê bû. Divê hunermend hemû bi ruhê Delîla li dijî faşîzmê têbikoşin."