ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Dayikên Şemiyê wê roja 25'ê Tebaxê ji bo cara 700'î li Meydana Galatasarayê li hev bicivin û bibêjin, "700 hefte di ser re derbas bûn, hîn jî baweriya min heye."
-Parêzer Lukas Theune beriya serdana Erdogan bang kir û got, ‘’Divê Erdogan li Dadgeha Sûcên Şer a Navnetewî ya li Den Haagê were darizandin’’.
-Derkete holê ku hikûmeta Merkel par 724 hezar Euro pere destek daya DÎTÎB’ê ya saziya diyaneta Tirk ku li Elmanya mîna şûbeya rejîma Erdogan dixebite.
-Di îdîanameyê de ya ji bo Elhassanî ya 32 salî hatî hazirkirin û li eyaleta Indîanayê darizandina wê dest pê kirî, hate gotin, alîkariya malzemeyan bi DAÎŞ’ê re kiriye û hewl daye ku kesan ji bo DAÎŞ’ê birêxistin bike û bişîne nav DAÎŞ’ê.
-Piştî hilbijartina bi nîqaş a Iraqê ragihandina hikûmeta nû nêz dibe. Herî dawî hate gotin li ser Serokwezîrê nû di navbeyna komên siyasî de lihevkirinek çêbûye.
-HRW’yê çavdêrî li penaberên li herêma tampon a di navbeyna Macarîstan û Sirbîstanê kir û rêveberiya Budapeşteyê bi tehdeyê sûcdar kir. HRW’yê got seraqet tehde li penaberan tê kirin û hewcetiya wan a xwarinê jî nayê dabînkirin. HRW’yê xwest ku zûzûka dev ji van polîtîkayan biqerin.