ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Sernavê çend nûçeyên ku wê di 25'ê Tîrmeha 2019'an de rû bidin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, israra di dijminatiya Kurdan de wê dewleta Tirk a bi serkêşa AKP-MHP'ê biqedîne û got, tevî nakokiyan ji ber tirsa xwe wê nikaribe dest ji NATO'yê berde.

- Alîkarê berê yê Şaredariya Çewlikê yê AKP'î Muhîttîn Bûkan ku ji ber operasyona fûhûşê hate destgîrkirin hate gotin ku serkêşê çeteyê ye. Bûkan piştî şeş saetan hate berdan.

- Dewleta Tirk ku deriyên sînor û bazirganiya li sînor li gelê Wanê qedexe kiriye, li koçberan heta dawiyê vekiriye ku ew kiriye amûrek ji bo polîtîkayên xwe yên taybet. Di nava salekê de bi hezaran koçber hatin bajarê Wanê.

- Yekîtiya Ewropayê bersiv da gefa desthilatdariya AKP'ê ku li dijî pêkanînan gotibû wê dawî li peymana penaberan bîne. Di bersivê de hate gotin, "Peyman wê weke xwe bidome."

- Lêkolînên dawî nîşan didin ku germahiya global bi taybetî di nava deh salên dawî de li tevahiya dinyayê zêde bûye û destnîşan dikin, ku germahiya global di nava du hezar salî de ti carî ewqasî bi lez zêde nebû bû.

- Li Elmanyayê ku di nava germa herî zêde ya dîroka xwe de ye, rekora germahiyê ya sala 2015'an hatibû şikandin Sêşemê bi 40.5 pileyî nû bû.