ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Kombûna car 1000'î ya Dayikên Şemiyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên xizmên windahiyan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Kêlî û dîmênên êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê careke din hate kişandin.

Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê ji roja destpêkê ve dozeke têkçûyî ye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî zeviyên çandiniyê yên berhemdar e, li 7 milyon û 521 hezar û 621 donim zevî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin. Li gel êrişên dewleta Tirk jî çandinî bi pêş dikeve.